• Thursday, 26 February 2026
logo

Hevaya du bajarên Kurdî paqêjtirîn hevaye

Gulan Media October 3, 2021 Nûçe
Hevaya du bajarên Kurdî paqêjtirîn hevaye

Bedlîs û Colemêrg xwedan paqêjtirîn heva ne.
Li Tirkiyeyê tenê du bajar xwedan hevayeke paqêjin.

Platforma mafê hevayê paqêj ya li Tirkiyeyê raportek derbarê qirêjî û paqêjiya hevayê de  belav kiriye.

Di raporta han de yaku taybete bi sala 2021an û bandora qirêjiya hevayê li ser rweşa tendirostî, hatiye nivîsandin ku hevaya li Tirkiyeyê gelek qirêj bûye û li gelek bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, welatî hevayê qirêj dimijin.

Di beşeke din  ya raportê de hatiye diyarkirin ku qirêjiya hevayê li Tirkiyeyê bûye kêşeyeke mezin ku heta niha nehatiye çareserkirin û aliyên têkildar jî bo çareserkirinê ti gav neavêtine.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê tendê du bajêr xwedan hevayeke paqêjin ku ev jî Bedlîs û Colemêrgin.

 

Rudaw

Top