Nêçîrvan Barzanî: PDK ji bo parastina destkeftiyên Kurdan diçe Bexdayê
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi girîng behsa hilbijartinên parlamentoya kir û got, "PDK ji bo dabînkirina destkeftiyên gelê Kurd diçe Bexdayê. Em dê destkeftiyan zêde bikin.”
Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî, ku li navçeya Şêxa beşdarî mitînfa partiya xwe bû û li wir gotarek pêşkeş kir.
Nêçîrvan Barzanî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku diviyabû hevdîtin berê bihata kirin, lê ji ber vîrusa coronayê çênebû û got: “ Xwedê rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane bike û şîfayê xêrê bide nexweşan.
Barzanî bal kişand li ser girîngiya hilbijartinên 10 Cotmeha îsal ên li Herêma Kurdistan û Iraqê û got: “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê geleke girîng e. Hilbijartin dê ji bo Herêma Kurdistanê deriyekî nû veke.”
Barzanî diyar kir ku navçeya Şêxan û Akreyê di dîrokê de kelheke girîng a berxwedanê bûn û di şoreşa Gulanê de roleke bi bandor lîstin û navendeke serekî bûn bo Pêşmerge û got: “Her dema ku pêşmerge û pêşmergeyetî bi nav dibin Akreyê bûye pêşenga têkoşînê. Devera Şêxan tabloyeke ciwan a dîrokî, cografî û pêkvejiyanê ye li Kurdistanê.”
Barzanî herwiha da xuyandin ku şoreşên beriya şoreşa Îlonê bi herêmekê ve sînordar bûn, lê şoreşa ku Mele Mistefa Barzanî serkêşiya wê kir, di bin yek serokekî û yek alayê de ji Zaho heta Xaneqînê li hemû Kurdistanê têkoşîn da destpêkirin û rêkevtina 11ê Adarê bi serkirdayetiya PDKê hat îmzekirin.
Bi gotina Barzanî piştî serhildana sala 1992yan, PDK yekem partî bû ku pêşniyar kir pirsgirêkên Kurdistanê bi demokrasî û hilbijartinan were çareserkirin û got: “Ew rûmet dîsa ya PDKê bûye. Eger me rastiyê bibêjin kevirê bingehîn ê demokrasiyê li vî welatî bi pêşniyaziya PDKê bûye.”
Barzanî tekez kir kir ku piştî 2003an PDK yek ji rolên sereke li Iraqê list û got, "Bê guman, destûra Iraqê ya di sala 2005an de hat qebûlkirin, hemû daxwazên gelê me lixwe nagire. Lêbelê, ew piştî peymana 1970an yek ji destkeftiyên girîng e.”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku heta niha jî hinek madeyên di destûra Iraqê de nayên cîbicîkirin û got: "Yek ji wan madeya 140emîn e, ku navçeya Şêxanê jî yek ji wan herêman e ku di vê madeyê de behsa wê tê kirin. Şêxan heta niha jî bi yasayî bi Kurdistanê ve nehate girêdan.”
Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê di heman demê de beha girîngiya hilbijartinan kir: “Pêştir planek ji bo lawazîkirina û xistina PDKê hebû, lê piştevaniya gelê Kurdistanê nehîşt. Sekevtina PDKê serkevtina xebata millet Kurd e. PDK ji hemû partiyên din cudatir e, çimkî PDK nasnameya neteweya millet Kurd bi xwîna ezîzên xwe û şehîdên xwe û westana pêşmerge parast. PDK bi serbilindî vegeriya Bexdayê. Ji ber ku gel piştgirî da PDKê.”
Barzanî got jî: “PDK û Kurdayetî bi hev ve girêdayî ne. Em ne partiyek bi çarçoveyek îdeolojîk a teng in. PDKê hemû aliyan di bin bane xwe de tîne ba hev. PDK ji bo dabînkirina destkeftiyên gelê Kurd diçe Bexdayê. Ew dê destkeftiyan zêde bike. Ji ber vê yekê hilbijartin gelek girîng in.”
Rudaw
