Çekdarên PKKê rê neda kandîdên PDKê biçin Şingalê
Çekdarên PKKê li sînorê qezaya Şingalê rê li ber kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digirin û rê nadin ew biçin Şerfedîn û Şingalê ta ku bangeşeya hilbijartinê bikin. Di wê derbarê de kandîda PDKê Viyan Dexîl di konferanseke rojnamevanî de PKK bi hêzeke dagîrker bi nav kir û ragihand, ew ê giliyê li wan hêzên biyanî yên li Şingalê ne vekin.
Piştî rêgirtina PKKê li kandîdên PDKê, Viyan Dexîl ji rojnamvanan re got: “Dengdarên me li Şingalê dengdarên rasteqîne yê me ne. Ew dengê xwe didin Partiya Demokrat a Kurdistanê. Lê em dixwazin bi piştevaniya wan dengê xwe bigihînin Hikûmeta Iraq û Mistefa Kazimî.”
Herwiha got: “Dema me dixwast biçin Şerfedîn û Şingalê ji bo bangeşeya hilbijartinan bikin, hêzekê rêgirî li me kir û rê neda em bigihin wan deveran ku ew jî mafekî me ya rewa ye, wê demê Kazimî di civîna Komîteya Asayişê ya Hilbijartinê de bû û digot, nabe kesek rêgiriyê li bangeşeya kandîdan bikin.”
Viyan Dexîl gotinên xwe arasteyî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kirin û got: “Baş e vaye rêgirî li me hat kirin û me nikarî xwe bigihanda Şerfedîn û Şingalê ji bo bangeşeyê bikin. Birêz Kazimî te ji bo vê rêgiriyê çi ji me re kir? Ev rêgiriya ku îro li me hatiye kirin, wateya wê dagîrkirina Şingalê ye. Hêzeke biyanî Şingal dagîr kiriye û rê nade em bigihin wan cihan.”
Viyan Dexîl pirs dike û dibêje: “Eger îro ew vê rêgiriyê dikin, roja dengdanê di çi bikin?! Ev tê wê wateyê ku roja dengdanê jî plana wan heye rêgiriyê li xelkê bikin, ta ku beşdariyê di hilbijartinan de nekin.”
K24
