Sedir û Ebadî nêzîkî hev dibin
Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha wî, Ebadî ji hemû aliyan xwestiye encamên hilbijartinan qebûl bikin û bi riyên yasayî giliyê xwe bikin. Ji Komisyonê jî xwest ku pêdaçûnê ji gilînameyan re bike.
Herdu aliyan di civînê de tekez kirin, ku pêwîst e, ew kesên di hilbijartinan de biser ketine, di zûtirîn dem de li nav Perlemana Iraqê dest bi kar û erkên xwe bikin.
Herwiha diyar kirin, ku civîn ji bo wê yekê bû, ku herdu alî bi pêkve kar ji bo pêkanîna Hikûmeta nû bikin û bi riya Hikûmetê xizmeta xelkê bikin û derfetên kar peyda bikin û astê geşekirinê bilind bikin û rê li ber gendeliyê bigirin.
Rêberê Şepêla Sedir û piştevanê Hevpeymaniya Sairûn Muqteda Sedir got: "Em destê xwe ji bo hemû aliyekî dirêj dikin, bitaybetî yên niştmanperwer, daku biryarên me Iraqî bin û pêwîst e bilez kar ji bo pêkanîna Hikûmetê bê kirin û giringî bi xwestekên gelên Iraq bê dayin.
K24
