Îsraîlê binkeyên Hizbullah û milîsên Îranê yên li Sûriyê topbaran kirin
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Îsraîlê navçeyên xalên Hizbulaha Libnanî yên Til El-homer û girên li bakurê bajarê Quneyterê topbaran kirin.
Herwiha îro danê sibê dengê teqîneke bihêz li firokxaneya leşkerî ya Dêra Zorê hat bihîstin û hat gotin ku eger heye ew teqîn ji encama bombebaran Îsraîlê bûbe.
Hat gotin ku ew firokxaneya leşkerî ya dengê teqînê jê hatiye bihîstin, hejmarek mezin mîlîşya û Supaya Pasdarên Îranê lê hatibûn bicihkirin.
Heta niha li ser vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî ne ji aliyê Îsraîlê û ne ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve nehatiye belavkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû, Derengê şeva Çarşemê 9ê vê mehê, milîsên Îranî li Sûriyê bi 20 mûşekên Grad û Fecir, êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li bilindahiyên Golanê kiribûn.
Wek bersivekê ji wê êrîşê re jî, di encamê de, roja 10ê vê mehê, firokeyên cengî yên Israîlî bi tundî bingehên leşkerî yên Îranê yên li nav axa Sûriyê bombebaran kirin û ziyaneke mezin gihande wan.
Basnews
