Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li welatiyan kir vaksîna Koronayê li xwe bidin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li welatiyan kir vaksîna Koronayê li xwe bidin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tweetera xwe peyamek belav kir û ragihand, heta niha zêdetirî milyonek kesan li Herêma Kurdistanê vaksîna Koronayê li xwe dane û hikûmetê jî milyonek û 500 hezar doz vaksîn dabîn kiriye.
Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn, lêdana vaksîna Koronayê li 171 senteran tê kirin û bang li welatiyan jî kir vaksînê li xwe bidin.
Basnews
