• Thursday, 26 February 2026
logo

Dr. Ciwan Mistefa: Divê saziyên navdewletî li Rojava xwedî derkevin

Gulan Media October 2, 2021 Nûçe
Dr. Ciwan Mistefa: Divê saziyên navdewletî li Rojava xwedî derkevin

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biryar da, qedexeya çûn û hatinê li seranserê navçeyên di bin desthilata rêveberiyê de bo dema heftiyeke din dirêj bike. Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa go “Divê saziyên navdewletî xwedî li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin.”

Encûmena Cîbicîkar a Rêveberatiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şeva Pêncşemiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ji ber metirsiya pandemiya Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan di encama pêla 4an a pandemiyê de, wan biryar daye, qedexeya derketina derve li tevahiya navçeyên rêveberiyê heta heftiyeke din bê dirêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, qedexeya derketina derve li seranserê navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê “ji roja Yekşemê 03-10-2021 heya Şemiyê 09-10-2021 berdewam dibe.”

Qedexeya çûnûhatina ye, lê hîn liv û tevgera xelkê nesekiniye. Yadê Zekiya û Sultanê civata wan li dar e, pabendî rênimayan nabin. Dibêjin şuxlkirên wan pereyan  beramber karê rojane distînin, lê niha bestiyane, qûtê wan bi zorê bi dest dikeve.

Welatî Zekiya Adem dibêje “Me qedexe neditiye, em gişt digerin û diçin sûkê zebze û mêweyên malê tînin. Em mask nabestînin. carinan ji bo nan em derdikevin, qerebalixek û aloziyeke li ser nanxaneyan heye, gereke wî çaxî kamera li wir be hûn dê binerin bê çawa ye.”

Welatî Sultana Şêx Îbrahîm got 'Yê feqîr wê ji birçîna bimre, aniha Almanya qedexeya hatûçûnê çê dike, xwarin û pere bo xelkê xwe dabînin dikin, hikûmeta me tiştek ji mere nekiriye, ê têr têr e yê feqîr jî di hundir de ji birçîna wê bimire. Ka dadwerî, li Sûriyê dadwerî tine ye.”

Qedexeya giştî ya hatûçûnê heftiyeke din dirêj dibe. Şaneya kirîzê ya Rêveberiya Xweser ji bo kêmkirina rêjeya pêketinan van rêkaran cibicî dike, lê li ser zemînê hejmara pêketinan pirtir dibe.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa dibêje “Nexweşiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe, wê di sînorê vî welatî de nemîne, bandorê li her kesî dike, lewma erkeke mirovahiye li ser saziyên navdewletî ku xwedî li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve.”

Amarên pêketiyên Koronayê yên 2 rojan li navçeyên Rêveberiya Xweser gihiştiye 500 kesan, ku hejmara giştî ya pêketiyan li Bakur Rojhilatê Sûriyê dibe 27 hezar 845 kes.

Şarezayên tendirustiyê didin zanîn ku, karînên Rêveberiya Xweser sînordar in, hem vaksîn hem jî pêdiviyên tendirustî weke pêwist peyda nabin. Rêveberiya xweser jî bang li Neteweyên Yekgirtî dike, lê heya niha ew bang bê bersiv e.

 

Rudaw

Top