• Thursday, 26 February 2026
logo

Senator ji Biden daxwaz dikin derbarê Kurdan de dengê xwe bilind bike

Gulan Media October 2, 2021 Nûçe
Senator ji Biden daxwaz dikin derbarê Kurdan de dengê xwe bilind bike

10 senatorên Amerîkayê ji Joe Biden daxwaz dikin ku binpêkirinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên derbarê Kurdan de bi tundî şermezar bike û sînorekî deyne.

10 senatorên Komarî û Demokrat, li Encûmena Nûneran a Amerîkayê, li ser binpêkirina mafên Kurdan ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve, nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re şand. Name bi serperiştiya Senator Chris Van Hollen ê Demokrat û Senator James Lankford ê Komarî ve ji Joe Biden re hatiye şandin.

Di nameyê de hatiye diyarkirin ku Partiya Demokrat a Gelan (HDP) sêyem partiya Tirkiyê ye û niha desthilat hewl dide ku wê partiyê bigre, ji Biden hatiye xwestin ku Erdogan agahdar bike û eger HDP were girtin, zextên li ser Kurdan dê berdewam bibin û encamên wê dê gelek xirab bibin.

Herwiha ji Serokê Amerîkayê Joe Biden hatiye daxwazkirin ku ji bo cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û azadkirina Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, zext li Tirkiyê were kirin.

 

K24

Top