Leşkerên berê plan dikin êrişî koçberan bikin
Li Almanyayê grûpeke tundrew a serbazên berê yên artêşa Almanyayê (Bundeswehr) plan dikin ku êrişî koçber û biyaniyan bikin.
Li gorî nûçeya kovara Almanî Der Spiegel tê gotin ku grûpeke paraşûtbaz û serbazên berê yên artêşa Almanyayê li bakurê Almanyayê plan dikin ku êrişan li ser biyaniyan pêk bînîn. Grûp di bin rêveberiya kolonelek berê de werzişa leşêkerî pêk anîne.
Kovara "Der Spiegel" radigihîne ku grûpa werzîşê ya leşkerî ji aliyê kolonelê berê yê bi navê Jens G. ve tê rêvebirin. Jens G. rahênanên werzîşê yên leşkerî organîze kiriye. Berdevkê dozgeriya komarî ya Luneburgê jî ji kovarê re piştrast kiriye ku di derbarê neh gumanbarên temenê wan di navbera 37 û 53 salî de ye lêpirsîn daye destpêkirin. Rayedar wê grûpê bi tevlîbûn an fermandariya komeke çekdar sûcdar dikin.
Li gorî berdevk "Gumanên destpêkê hene ku motîvasyoneke dijminahiya biyaniyan dikare rêberiya çalakiyan bike. Di destpêka Îlonê de li heşt milkên li Saksonyaya Jêrîn, Nordrhein-Westfalen û Berlînê bi ser heşt milkan de hatiye kirin. Ne tenê çek û cebilxane hatin desteserkirin, di heman demê de dest danîne ser materyalên serbazên berê yên ku hestên rastgiriyê radigihînin.
Herwiha rayedarên ewlehiyê yên Almanyayê li ser gumana ku grûpa werzîşê ya leşkerî ya paraşûtbaz û serbazên berê yên ji Saksoniya Jêrîn dixwestin koçberan bikujin, lêkolîn dane destpêkirin. Ji ber vê yekê tê gotin ku wê grûpê tetbîqatên werzîşê yên leşkerî organîze kiriye.
Yek ji Berdevkê Wezîrê Berevaniya Almanyayê got ku wezaret di mijara tundrewa rastgir de xêzek tund dişopîne û wiha berdewam kir "Em li ser her bûyerekê bilez lêpirsîn dikin, ji ber ku cihê tundrewan ne li Bundeswehr û ne jî li wezaretê heye."
Rudaw
