• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tevgera Goranê gefê dixwe

Tevgera Goranê gefê dixwe
Parlemanterekî Tevgera Goranê radigihîne, bi vê encamên niha yên hilbijartinê beşdarî proseya siyasî nabin û wê baykot dikin.

Parlemanterê Tevgera Goranê di Parlemantoya Kurdistanê de Bîston Fayiq ragihand, “Her ji roja yekem ya ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinê, me encam red kirin, ji ber ku hemû xelkê Kurdistanê dizane ew ne dengên Goranê bûn.”

Got jî: “Biryara fermî ya Tevgera Goranê ew e, pabendî encamên hilbijartinê nabe û wan encaman red dike. Bi vê encamên ku hatine ragihandin jî, Goran beşdarî proseya siyasî nabe û wê baykot dike, ji ber ku aşkere ye ku fêl li deng û dengdarên me hatiye kirin.”

Amaje bi wê jî kir, “Gavên me yên din hene davêjin, lê niha çaverêyî encamên giliyan dikin, ku di riya dadgehê re tomar kirine, ji bo li cihên ku gûman li ser heye hilbijartin careke din bê kirin, yan bidest dengan bêjmêrin. Heger ev yek nebe, her egerek li pêş Tevgera Goranê vekirî ye.”

Bîston Fayiq diyar kir jî: “Çar salên karê siyasî yê me diyar e û yên din jî diyar e, heger me xirabî li hember dengdarên xwe kiribe, YNK û PDK çi kirin ta dengên xwe zêde bike. em xwe nas dikin û ewê li hember me jî nas dikin.”

Roja 12ê Gulanê hilbijartinên parlemantoya Iraqê bi rê ve çû û li go encaman, Tevegra Goranê 5 kursî bidest xistine.

K24
Top