Civîna Putîn-Erdogan; ‘Nabe terorîstek jî li Idlibê bimîne’
Berdevkê Kremlinê dibêje, di civîna Putîn-Erdogan de rewşa Idlibê jî hat gotûbêjkirin û tekez kir, “Divê ew rêkeftina bo derxistina terorîstan ji Idlibê hatiye kirin, bê cîbicîkirin. Nabe terorîstek jî li Idlibê bimîne.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 29ê Îlona 2021an serdana Rûsyayê kir û li bajarê Soçiyê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn civiya. Ev piştî 18 mehan yekemîn civîna rûbirû bû di navbera herdu serokan de.
Yek ji mijarên sereke yên di navbera serokên Rûsya û Tikiyê de bi giştî mijara Sûriyê û bi taybetî jî Idlib bû. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dema vegeriya Tirkiyê di balafirê de, bersiva pirsên rojnamevanan da. Erogan derbarê rewşa Idlibê de dibêje: ”Me bi hevre ligel Putîn tekezî li ser wê kiriye ku divê em di vî warî de pêngavan biavêjin û çareseriyekî mayinde û demdirêj bidestvebînin.”
Recep Tayip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, dibêje, “Me bi hev re ligel Putîn tekezî li ser wê kiriye ku divê em di vî warî de pêngavan biavêjin û çareseriyekî mayinde û demdirêj bidestvebînin.”
Serokkomarê Tirkiyê hûrgiliyên zêdetir di vî warî nedan û berdevkê Putîn jî roja Pêncşemê 30ê Îlona 2021an di daxuyaniyekî de amaje bi wê da ku divê ew rêkeftina ku di salên derbasbûyî derbarê Idlibê hatiye îmzekirin bê cîbibicîkirin.
Dmîtrî Peskov, Berdevkê Koşka Serokayetiya Rûsya (Kremlin) dibêje: “Ew rêkeftina di salên derbasbûyî de hatiye îmzekirin girîng e ku bê cîbicîkirin. Bi taybetî “ew a ku taybet e bi derxistina terorîstan ji Idlibê” ”
Dmitri Peskov, Berdevkê Koşka Serokayetiya Rûsya, dibêje, “Ew rêkeftina di salên derbasbûyî de hatiye îmzekirin girîng e ku bê cîbicîkirin. Bi taybetî “ew a ku taybet e bi derxistina terorîstan ji Idlibê.”
Lê Peskov jî amaje bi wê neda ku eger ew a ku Moskow dixwaze neyê cîbicîkirin dê bordûmana artêşa welatê wî bo ser grûpên çekdar yên nêzîkî Tirkiyê ku li wê navçeya Sûriyê ne berdewam bin yan na.
Serokkomarê Tirkiyê derbarê hûrguliyên wê serdana li gel Serokê Rûsya civîna çapemeniyê saz nekir û hûrgiliyên zêde bi raya giştî re parvenkirin. Ev yek jî ji aliyê beşeke opozîsyona wî welatî ve tê rexnekirin. Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu dibêje pêwîst e Erdogan derbarê wê civînê de raya giştî agahdar bike.
Ahmed Davutoglu, Serokê Partiya Pêşerojê, dibêje, “Birêz Erdogan di daxuyaniya xwe ya yek alî de tabloyeke gelek ciwan xêz dike. dibêje dê Tirkiye mijara Sûriyê ligel Rûsyayê bi hevre çareser bike, lê birêz Putîn çi dibêje, dibêje hevdîtinên me yên ligel Erdogan her demekî bê pirsgirêk derbas nabin. Ev tê wê wateyê ku di hindir de pirsgirêkek derketine. Eger berovajî vê yekê be, bila Erdogan girtenameyên civînê bi raya giştî re parvebike yan jî kurteya naveroka wan bibêje û gelê me qanih bike.”
Ev cîvîn di demekî de ye ku dema çend heftiyan e Rûsya boordûmanên xwe li bakur rojavayê Sûriyê zêde kirine; roja yekşemê 26ê Îlona 2021an firokeyên şer yên Rûsya li navçeyên nêzîkî bajarê Efrînê yê Rojvayê Kurdistanê êrîşeke hewayî pêkanî û di encam de 11 çekdarên hêzeke opozîsyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê hatin kuştin.
