• Thursday, 26 February 2026
logo

CHP: Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin

Gulan Media October 1, 2021 Nûçe
CHP: Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin

Pirsa Kurd çawaniya çareserkirina wê, mijareke germ a partiyên siyasî yên Tirkiyê ye. Piştî ku roja 20ê Îlonê Serokê CHPê ragihand ku pirsa Kurd li Parlamentoya Tirkiyê çareser dikin, hinek partiyên siyasî erênî û hinekan jî bi awayekî nerênî pêşwazî lê kirin. Cîgirê Serokê CHPê dibêje, “Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin.”

Hevserokê HDPê Mithat Sancar dibêje, “CHPê pêşniyareke wiha kir, di wê çarçoveyê de partiyên din jî bi awayên cuda nerînên xwe yên erênî anîn ziman. Bo çareserkirina pirsa Kurd li Parlamentoya Tirkiyê pêwîst nake CHP li bendê be heta dibe desthilat, bila bên gotûbêj bikin û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.”

Cîgirê Serokê CHPê derbarê helwesta partiya xwe de li ser çawahiya çareserkirina pirsa Kurd li Parlamentoyê û pêngavên divê di pratîkê de bên avêtin dibêje, di rojên pêş de encûmenên peywendîdar biryar didin.

Seyit Torun, Cîgirê Serokê CHPê, dibêje, “Derencam bêguman hemû tiştek bi rêya diyalogê dibe were çareserkirin. Di qonaxên pêş de tên û çi pirsgirêkeke Tirkiyê hebe, pirsgirêkên me hevbeş in, pirsên me hemûyan in, ew pirsgirêk bi rêya diyalogê û pêşkêşkirina nêrînan dibe bên çareserkirin. Di vê de pirsgirêk nîne. Birêz Serokê Giştî û encûmenên peywendîdar biryarê di wê derbarê de didin, bangeke zêde heye û gelek diyalog hene, di vê çarçoveyê de rojên pêş encûmenên peywendîdar biryar didin.”

HDP di wê baweriyê de ye ku şert û merc li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê minasib in bo gav ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve bên avêtin.

Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDPê, dibêje, “Niha bendewarî û daxwaza civakê bo çareseriyê, li hemû cihekî bilind dibe. Gotûbêjên çend rojên borî bi awayekî vekirî pêşan dan ku şert û merc bi hemû giraniyeke xwe çareseriyê li ser Tirkiyê ferz dikin.”

HDPê di wê nexşerêyê de ku 27ê Îlona derbasbûyî li Enqereya paytexta Tirkiyê ragihand, daxwaz kir ku pirsa Kurd bi awayekî demokratîk bê çareser kirin û tekez dike ku divê ew pirs li Parlamentoya Tirkiyê bê çareserkirin.

 

Rudaw

Top