• Tuesday, 17 February 2026
logo

Demîrtaş û Erdogan ji partiyên xwe zêdetir deng werdigrin

Demîrtaş û Erdogan ji partiyên xwe zêdetir deng werdigrin
Navendeke Rapirsînê li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê li ser hilbijartinên 24ê Hezîranê rapirsînek çêkir. Di vê rapirsînê de dengê Demirtaş û Erdogan ji yên partiya wan zêdetir derket. Lêkolîner dibêjin herkes hînê zêdebûna dengê Erdogan bûye lê cara yekemîn e ku di siyaseta kurd de, siyasetmedarekî kurd ji partiya xwe zêdetir deng werdigre. Ew jî Demirtaş e.



Navenda Lêkolînan RAWESTê li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê, derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de rapirsînek çêkir. Navendê di rapirsînê de bi hezar û 537 kesan re rû bi rû hevdîtin pêk anî.



Di rapirsînê de hem dengê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hem jî dengê Hevserokê berê yê HDPê Silhedîn Demîrtaş, ji partiyên wan zêdetir derket.



Demirtaş 49.5, partiya wî HDP 47.1 deng werdigre û Erdogan 40.5 lê partiya wî AK Partî 38.7 deng werdigre.



Derbarê vê yekê de Rêveberê RAWESTê Reha Ruhavîoglu ji Rûdawê re wiha got: “Demirtaş ji HDPê zêdetir populer e. Cara yekemîn e di nava siyaseta kurd de, siyasetmedarekî kurd ji partiya xwe zêdetir deng werdigre. Niha ji xwe çend sal in ku dengê Erdogan ji AK Partiyê zêdetir e. Ev tiştekî eşkera bûye ji xwe. Herkes hînê vî tiştî bûye.”



Li gorî rêveberên Navenda Lêkolînên Siyasî ya Rojhilata Navîn a Nû YORSAMê, di rapirsînê de derketiye holê ku kurd jî û tirk jî ji partiyan zêdetir li dû serok û rêberan diçin.



Li ser heman mijrê Rêveberê YORSAMê Newzad Bîngol jî wiha axifî: “Li Tirkiyeyê çi civaka kurd û çi jî civaka tirk, hemû bi çanda serokan rabûne. Ji ber vê yekê jî ew li dû serokên bi hêz diçin. Ji bo kurdan Demirtaş û ji bo tirkan jî Erdogan serokên bi hêz in. Ji ber vê yekê ne tenê HDP, hin partiyên weke CHP û partiyên din ên biçûk, dê ji bo parlamentoyê deng bidin partiya xwe lê ji bo serokomariyê dê deng bidin Demirtaş. Muhafazakên di partiyên rastgir de jî dê bo parlamenteriyê deng bidin partiya xwe lê bo serokomariyê dê dengê xwe bidin Erdogan.



Rapirsîna RAWESTê li bajarên kurdan Agirî, Êlih, Çewlik, Bidlîs, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha û Wanê hate kirin. Li gorî rapirsînê Demirtaş jî û Erdogan jî di nava namzetan de kesên herî populer in.

Rudaw
Top