Supaya Pasdaran dibêje, eger partiyên Rojhilatê Kurdistanê neyên derxistin em dê wan ji nav bibin
Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê careke din gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar û ragihand, eger Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan partiyan ji axa xwe nekin derê, Îran dê binkeyên wan ji nav bibe.
Mihemed Pakpûr, Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê îro Çarşemî 29ê Îlona 2021an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di civîna “rêzgirtin” li kuştiyên “pêşmergeyên misilman ên Kurd” de ku di nava kurdan de wek “Caş” angu cerdewan tên naskirin, careke din gef xwar ku Îran dê êrişî binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bike.
Mihemed Pakpûr ragihand, “Pêştir me gotibû em tevger û binkeyên dijberên şoreşê qebûl nakin û em dê bi tundî rûbirûyê wan bibin.”
General Pakpûr gef li hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwar û got, “Em ji berpirsên Iraqê û Herêma Kurdistanê dixwazin grûpên dijberê şoreşê ji bakurê Iraqê derxin, çimku eger wan nekin derê, em dê erkê xwe jibo jinavbirina binkeyên wan pêk bînin.”
Beprirdên siyasî û serbazî yên Îranê di nava du mehên dawî de gelek caran daxwaza derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji nav axa Herêma Kurdistanê dubare kirine û ji bo wê yekê bnag li Bexda û Hewlêrê kirine.
Komara Îslamiya Îranê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê wek “metirsî bo ser ewlehiya xwe ya niştimanî” bi nav dike û bi wê hincetê, ji meha bihorî ve çend caran navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran kiriye.
Di herdu rojên 10 Tebaxê û12ê Îlona 2021an de, Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî di du civînên ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li Tehranê, gotibû ku çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê metirsiyê li ser ewlehiya niştimanî ya wî welatî çê dikin û daxwaza bilez derxistina wan partiyan ji axa Iraqê û Herêma Kurdistanê kiribû.
Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê, Mihemed Pakpûr, di 6ê Îlona 2021an de jî ragihandibû, “Tevî çendîn car agahdarkirina berpirsên Herêma Kurdistanê derbarê çalakiyên partiyên li dijî Komara Îslamî de, lê hê jî ew hêz çalakiyan dikin, lewma sebra Supayê jî bi dawî hatiye.”
Wezîrê Îstixbarata (Îtilaat) Îranê Îsmaîl Xetîb jî roja 24ê Îlonê di çarçoveya serdana xwe ya bo parîzgeha Urmyê de li bajarê Pîranşarê gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwaribû û gotibû, “Eger hêzên dijberî Komara Îslamî û piştevanên wan, derbarê asayişa Komara Îslamî de her kiryarekê pêk bînin, dê berisveke tund a hêzên çekdar û emnî bibînin.”
Îsmaîl Xetîb amaje bi wê yekê jî kir, ku ji bo bêçekkrin û derxistina hizbên Rojhlatê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê li gel aliyên Iraqi rêkeftin hatiye kirin û diyar kir, “Li gorî rêkeftnekê ku li gel Iraqê hatye krin, divê hêzên dijberî Komara Îslamî yên li Herêma kurdistanê di zûtrîn dem de bên bêçekkrin û derxistin.”
Di 19ê Îlona 2021an de Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku êrîşên wan bo ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê li nav axa Başûrê Kurdistanê berdewam dibin.
Fermandarê Baregeha Hemze ya Supaya Pasdaran jî ku navenda wê li Urmiyê ye, general Mihemmedteqî Usanlu di 22 Îlonê de gef li partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê xwaribû û gotibû, eger ew ji Herêma Kurdistanê dernekevin ew dê bi mûşekên zîrek li wan bixin.
Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Xalid Ezîzî pêr 27ê Îlona 2021an ji Rûdawê re gotibû, “Îranê ji ber wê hebûna hêzên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî mezin kiriye, çimku li navxweyê welat di krîzeke mezin a siyasî, aborî û civakî de ye û li aliyeke din jî tevgera nerazîbûna sivîl berfireh dibe.”
Xalid Ezîzî herwiha gotibû, “ew hêzên Pêşmerge ku li ser sînor in, ji bo êrişkirina ser binke û baregehên Komara Îslamiya Îranê neçûne wan deran.”
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî roja 6ê Îlona îsal di rêya Navenda Hevkariyê re bersiva gefên Îranê dabû û di daxuyaniyekê de daxwaz ji civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kiribû, li dijî gefên Îranê rawestin.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû, ku Komara Îslamî li krîzeke din digere û destnîşan kiribû, “ew cihên ku Îran gefa armanckirina wan dixwe, cihên jiyana penaberên siyasî, xelkê sivîl û bi sedan jin û zarokên penaber in ku ji ber siyaseta serkutkirina desthilata Îranê ax û welatê xwe bich hiştine û li wan deveran dijîn.”
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1983an ve û piştî ku Komara Îslamiya Îranê dest bi ser tevahiya navçeyên rizgarkirî yên Rojhilatê Kurdistanê de girt, binke û baregehên xwe bo nav axa Başûrê Kurdistanê veguhastin.
Bi salan e wna partiyan ji ber rewşa Herêma Kurdistanê û jibo ku zirarê negihînin destkevtên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên xwe yên çekdarî rawestandine.
Rudaw
