• Thursday, 26 February 2026
logo

'Fransa piştevaniya Kurdên Sûriyê dike'

Gulan Media September 30, 2021 Nûçe
'Fransa piştevaniya Kurdên Sûriyê dike'

Fransa yek ji welatên Ewropayê yên herî bêhtir di warê dîplomasî û siyasî û serbazî de ligel Rêveberiya Xweser û hêzên HSD û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê çalak e. Şîrovekara Fransî Agnès Levallois jî tekez dike, “Helwesta Fransa, helwesta piştevanîkirina Kurdên Sûriyê ye.”

Li gorî zanyariyên taybet ku Rûdawê bidest xistine, ofîseke dîplomatîk a Fransî ku nêzî 20 kesan lê kar diikin, mijûlî rewşa Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê ye.

Agnès Levallois, lêkolera pêşhateyên jeopolîtîk, jeostratejîk, û şarezaya rewşa Sûriyê ku demeke dirêj li wî welatî derbas kiriye, ji Rûdawê re got Fransa piştevaniya Kurdên Sûriyê dike.

Agnès Levallois, Şîrovekar, dibêje, “Helwesta Fransa, helwesta piştevanîkirina Kurdên Sûriyê ye, Kurdên ku pir çalak bûn di dema şerê li dijî DAIŞê de, anku Rêxistina Dewleta Islamî, lewma piştevaniyeke pir bihêz a Fransa ji bo gelê Kurd hebû, di çarçoveya helwesta xwe bi alîkariya şerê li dijî DAIŞê. Lewma ev piştevaniyeke bêguman pir girîng bû ji aliyê Fransa ve.”

Levallois, ku beşdarî panêlekê derbarê çarenivîsa Îraqê bûbû, ku ji aliyê Navenda Rûdaw, Navenda Fransî û Balyozxaneya Fransayê ve, li Hewlêrê hatibû sazkirin, ji Rûdawê re got rola Ewropiyan di çareserkirina krîza Sûriyê de lawaz bûye.

Agnès Levallois, Şîrovekar, dibêje, “Fransa hertim di nav babeta Sûriyê de bûye. Fransa dixwaze beşdarî çareserkirina pirsa Sûriyê bibe û vê karesata ku miletê Sûriyê dijî rawestîne. Fransa bi şêweyekî taybet pir di warê mirovî de pabend e, û di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de pir çalak e ji bo berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên pêwîst bo xelkê Sûriyê. Lê tişta em dibînin ew e ku îro, ne welatên Ewropî û ne jî yên Rojavayî ew in ku destê wan di çareserkirina pirsa Sûriyê de heye, ji ber ku bi şêweyekî sereke lîstkvanên navherêmî, wekî Tirkiye, Îran, û Rûsya ew in ku dikarin bi rastî serkêşiya prosesekê bikin ku bibe hokarê aramkirina rewşa Sûriyê. Wate zehmetiya herî mezin ji bo Ewropiyan û ji bo Fransa ew e ku cihê xwe li ser maseya danûstandinan bibînin.”

Hêzên serbazî yên Fransayê li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê karê rahênanê li ser topxaneyê bi hêzên HSD dikin, herwiha alîkariya istixbaratî pêşkêş dikin.

Di warê mirovî de, ji dema derxistina Reqayê ji destê DAIŞê, Fransa 100 milyon Euro wekî alîkarî pêşkêş kiriye. Herwiha 3 binkeyên wê yên tendirustî li ser erdê hene û alîkariya bi dehên rêxistinên mirovî û civaka sivîl dike.

 

Rudaw

Top