• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Qamişlo 70 serbazên Fransî ji destê rejîma Sûriyê hatin xilaskirin

Li Qamişlo 70 serbazên Fransî ji destê rejîma Sûriyê hatin xilaskirin
Hat ragihandin ku li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê nêzî 70 serbazên Fransî ku rêya xwe şaş kiribûn li xaleke kontrolê ya rejîma Sûriyê hatin desteserkirin û piştre ew hêz bi xebata hêzên kurdî ji destê rejîmê hat xilaskirin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin karwanekî serbazî yê Fransayê ku ji 20 wesayîtan û nêzî 70 serbazan pêk dihat û dixwast derbasî herêma Dêra Zorê bibe, li Qamişlo bi şaşî ketin xaleke kontrolê ya leşkerên rejîma Sûriyê.

Hat diyarkirin ku ew serbazên Fransî ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin desteserkirin û di derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî desteserkirina wan serbazan ji aliyê rejîma Sûriyê, hêzên YPG ketin navberê û di encama xebat û gotûbêjan de ew serbazên Fransî ji destê rejîma Sûriyê hatin derxistin û ew karwan ber bi navenda Qamişlo ve ket ser rêya xwe.

Di van heyamên dawîn de xebatên hêzên Fransî li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne û hejmara binke û serbazên Fransî jî her tê zêdekirin.

Basnews
Top