McGurk li Hewlêrê ye û Silêmanî jî li Silêmaniyê ye
Di raporekê de, rojnameya navhatî diyar kiriye ku "Piştî çend civînan li gel serkirdeyên Iraqê li Bexdayê, Brett H. McGurk berê xwe daye Hewlêrê û li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê civîn lidar xistiye. Qasim Silêmanî jî, ku piştî McGurk li gel serkirdeyên Şî'e li Bexdayê civiyaye, biryar daye serdana Silêmaniyê bike û li gel berpirsên YNK bicive".
Li gorî zanyariyên heman rojnameyê, Îran dixwaze (Malikî û Ebadî) li hev bîne û piştre wan han bide ku hevpeymaniyekê li gel Hadî Amirî bikin herwiha Şepêla Hikme ya Emar Hekîm jî tevlî wê bikin û piştre YNK jî pêwendiyê bi wan re bike û hevpeymaniyeke mezin di nav Perlemana Iraqê de rabigehînin û Hikûmeta nû pêk bînin.
Ev bizavana di demekê de ne, ku berî niha rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, yê ku piştevaniya Hevpeymaniya Sairûn dike û wê Hevpeymaniyê piraniya dengên Iraqiyan aniye, di Twittekê de, tekez kir ku ti carî qebûl nakin biryar ji derveyî Iraq bê stendin û got: "Biryara me Iraqî ye û li nav sînorên Iraqê derdikeve, em hemû beşdar in nek mîr in, na ji dagîrkirinê û hejmûnê re li ser Iraqê".
Basnews
