• Thursday, 26 February 2026
logo

Demîrtaş: HDP partiyeke Tirkiyê ye

Gulan Media September 28, 2021 Nûçe
Demîrtaş: HDP partiyeke Tirkiyê ye

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Selahedîn Demîrtaş red dike ku HDP partiyeke Bakurê Kurdistanê be ew partiyeke Tirkiyê ye.

Di roja 27.09.2021ê HDPê bi fermî nexşerêya hilbijartina 2021ê aşkere kir û tê de bangeşeya adelet, aştî û demokrasiye kir û tê de deriyê hevpeymaniyeke demokratik ji bo ti aliyan negirtine.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye HDP partiyeke Tirkiyê ye û aliyê peywendîdar ê her kêşeyeke Tirkiyê ye.

Selahedîn Demîrtaş wiha nivîsabdiye:”Nexşerêya HDPê gelekî bi nirx e, gelekî girînge ji bo pêşbirina demokrasi û aştiyê bi wê mercê pêşwazî lê were kirin.

Serokê Partiya Komarî  (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, rexne li hikûmeta AKPê girtibû ku weke alîyê pirsa kurd Abdullah Ocalan qebûl kiribû û ragihandibû HDP aliyê fermî yê danûstendinê yê pirsa kurd e li Sûriyê.

 

Basnews

Top