• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Şêx Ehmed Cerba civiya

Serok Barzanî li gel Şêx Ehmed Cerba civiya
behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Sûriyeyê kirin
Cerba pîrozbayî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir.

Duh Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê tevgera Xede ya Sûriyeyê Şêx Ehmed Cerba kir.

Di civînê de Şêx Ehmed Cerba jiber serkeftina partiya demokrata Kurdistanê di hilbijartinên Îraqê de pîrozbayî li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir û balkêşande ser rola Serok Barzanî ya bo çareser kirina kêşeyên Îraq û deverê û got: Baş bûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bandoreke baş li ser ewlekariya deverê kiriye û dibe.

Li hember de jî Serok Barzanî spasiya Cebra kir û behsa hilbijartinên parlementoya Îraqê û encamên hilbijartinan jî kir û ragihand ku piştî hilbijartinan vê rewşeke nû li Îraqê pêş were û piştî hilbijartinan tişta ku bo Kurdistanê girînge hewlesta aliyên Îraqiye beramber maf û daxwazên gelê Kurdistanê.

Rewşa siyasî ya Sûriye, û pêşhatên dawî yên siasî û ewlekarî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin.

Top