Amerîkayê milyonek dolar ji bo çandiniya Herêma Kurdistanê terxan kir
Hikûmeta Amerîkayê rizamendî nîşan daye ku milyonek dolar ji bo pêşvebirina çandiniya Herêma Kurdistanê terxan bike.
Li gor daxuyaniyele Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê, ajans bi hemahengiya ligel dezgeha Top Mountain milyonek dolar ji bo geşepêdana çandiniya Herêma Kurdistanê bo dema 12 mehan terxan kiriye.
Armanca bernameya geşepêdanê ya Amerîkayê ji bo sektora çandiniya Herêma Kurdistanê, piştevanîkirin û pêşvebirina projeya bazirganiya biçûk û navend a di warê çandinî û bazirganiya taybet de ye.
Beriya niha di gotarekê de Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino roja 22ê Îlona 2021ê li Hewlêrê gotibû: “Hikûmeta Amerîkayê zêdetirî milyonek dolar ji bo pêşvebirina sektora çandiniya Herêma Kurdistanê terxan kiriye, ev dê wisa bike ku sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê zêdetir geş bibe.”
K24
