• Wednesday, 18 February 2026
logo

AK-Partî jî banga azadkirina Demîrtaş dike

AK-Partî jî banga azadkirina Demîrtaş dike
Li Tirkiyê piştî partiyên opozîsyonê, AK-Partî jî banga azadkirina Selahatîn Demîrtaş dike.

Parlemanterê AK-Partiyê yê Stenbolê Azîz Babuşçû beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û li ser pirsekê di derbarê girtina namzetê Serokomartiya Tirkiyê yê HDPê Selahatîn Demîrtaşî de got; divê Demîrtaş were azadkirin. Nabe serokekî siyasî ku namzetekî serokomariyê ye, di girtîgehê de be. Lê ya ku biryaran didin dadgeh in, ne ew in.

Berî niha jî namzetêm partiyê opozîsyona Tirkiyê wek Muharrem Înce, Temel Karamollaoglu û Meral Akşener banga azadiya Demîrtaşî kiribûn.

Parêzerê Selahatîn Demîrtaşî, Mahsûnî Karaman jî duh ji K24ê re gotibû Demîrtaş dê çend rojên pêş de were azadkirin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş di 4ê Mijdara 2016an de hate girtin û ji wê demê ve di Girtîgeha Edirne de ye. HDPê ew wek namzetê xwe ji bo hilbijartinên serokomariya Tirkiyê destnîşan kiriye

Top