• Thursday, 26 February 2026
logo

Rapirsî: AKPê li Bakurê Kurdistanê %10.3ê dengan ji dest daye

Gulan Media September 27, 2021 Nûçe
Rapirsî: AKPê li Bakurê Kurdistanê %10.3ê dengan ji dest daye

 Li gor encamên rapirsiya Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîk ku navenda wê li Ameda Bakurê Kurdistanê ye û li 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatiye kirin, ji sedî 73ê xelkê Bakurê Kurdistanê daxwaza hilbijartina pêşwext dikin.

Ew rapirsî li ser pirsên serekî yên Tirkiyê û bijardeyên xelkê di rojên 4-9ê Îlona 2021ê de li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlîg, Bedlîs, Semsûr, Qers, Dêrsim û Îdirê bi beşdariya hezar û 64 kesan li 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatiye kirin û encamên wê roja 21ê Îlonê hatine belavkirin.

Li gor rapirsiyê, dengên AKPê kêm bûne û li beramber dengên HDP û CHPê zêde bûne.

Mijareke balkêş di rapirsiyê de ev e, ku beşdarên ji 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê gotine, yekemîn pirsgirêka Tirkiyê krîza aborî û bêkarî ye û pirsa Kurd duyem pirsa serekî ya Tirkiyê ye.

Bersiva pirsyara “Pirsgirêka yekem û herî sereke ya Tirkiyê çiye?”

Krîza aborî û bêkarî %74.7

Pirsa Kurd %14.2

Sîstema dadê %2.5

Bersiva pirsyara “Pirsgirêka duyem û herî sereke ya Tirkiyê çiye?”

Pirsa Kurd %29.2

Bersiva beşdarvanên rapirsiyê derbarê “Hilbijartina pêşwext û sîstema serokatiyê” de

Sîstema serokatiyê ne serkeftî ye %77.1

Sîstema serokatiyê serkeftî ye %13.7

Hilbijartina pêşwext bê kirin %73.7

Bersiva pirsyara “Gelo HDP tê girtin?”

Bawer nakim HDP bê girtin %58.5

Bawer im HDP tê girtin %8

Dengderên MHPê %62.5, dengderên AKPê %23.6, dengderên Îyî Partî %22 derbarê pirsyara “Gelo HDP tê girtin?” bi belê bersiv dane.

Bersiva pirsyara “Te divê HDP bê girtin?”

Nexêr %78.1

Belê %9

Bersiva pirsyara “Vê Yekşemê hilbijartin bê kirin deng dide kê?”

HDP %55.6

AKP %14

CHP %12.7

DEVA %2.3

Deng nadim %5.3

Min hê biryar nedaye %3.8

Li gor wan encaman AKPê li Bakurê Kurdistanê %10.3ê dengên xwe ji dest dane, li beramber HDPê %5.2 û CHPê %10.2ê dengên xwe zêde kirine.

Bersiva pirsyara “Deng didî wan hevpeymaniyên hatine pêkanîn?”

Na bi ti awayekî deng nadim %43.1

Eger partiya min di nav de be deng didim %31.3

Deng didim Hevpeymaniya Millet (CHP-Îyî Partî) %13.3

Deng didim Hevpeymaniya Cumhur (AKP-MHP) %9.2

Bersiva pirsyara “HDP biçe nav hevpeymaniyeke çawa?”

Neçe nav ti hevpeymaniyekê %49.5

Biçe nav Hevpeymaniya Millet %14.9

Biçe nav hevpeymaniyekê CHP û DEVA têde bin %11.7

Biçe nav hevpeymaniyekê ku bi yeksanî danûstandinê ligel HDPê bike %10.6

 

Rudaw

 

 

Top