• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îran: Jinên Kurd dikarin bi cilên Kurdî biçin saziyên dewletê

Îran: Jinên Kurd dikarin bi cilên Kurdî biçin saziyên dewletê
Wezîrê Kultûra Îranê li Kirmaşanê ragihand, keç û jinên Kurd dikarin bi cilên kurdî biçin ser kar, an jî bi cilên Kurdî li zanîngeh û saziyên din amade bibin.



Wezîrê Kultûr û Şîreta Îslamî yê Îranê, Seyid Ebad Salihî ku bi serdanekê li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye, di daxuyaniyekê de ragihand, ku ji niha pê ve keç û jinên navçeyên kurdnişîn dikarin bi cilûbergên Kurdî biçin zanîngeh û sazî û fermangehên hikûmetê.



Seyid Ebas Salihî ku ev du roj in serdana parêzgeha Kirmaşanê kiriye, got: Yek ji taybetmendiyên Îranê ev e ku di aliyê wêje (edebiyat) û nerîtan de dewlemend e û ev yek jî derfeteke niştimanî ye, eger ku ew bikarin zêdetir giringî bi wan taybetmendiyan bidin.



Salihî herwiha got: “Keç û jinên navçeyên kurdnişîn dikarin bi cilûbergên xwe yên xwecihî li fermangehan, zanînehan û xwandingehan amade bin û li gorî wezaretê, ti kêşe di vê yekê de nîne.”



Wezîrê Kultûr û Şîreta Îslamî yê Îranê tekez kir, ev wezaret giringiyê bi wêjeya Kurdî dide û yek ji biryarên wê wezaretê jî piştgirîkirina wêjeya Kurdî ye.

Rudaw
Top