Heşdî Şeibî li taxa Şorîce ya Kerkûkê zarokek kurd şehîd kirin!
Di demekî ku YNK li Kerkûkê bangeşeya aramiya Kerkûkê dike de, Rêveberê asayîşa Kerkûkê Eqîd Îdrîs Refet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh şev li taxa Şorîce ya Kerkûkê li gel gel avahî û binaya Emîn Necar ji ber gule berdana wesayîteke Heşdî Şeibî zarokek û kesek din li ber guleyên wan ketin.’’
Herwaha aşkera kir, piştî ku ew gehandin nexwaşxanê zarokê birîndar jiyana xwe ji dest da, lê hemwelatiyên din jî rewşa wî giran e.
Li gor zanyariyên BasNewsê ew zarokê ku şehîd bûye navê wî Herêm Xemgîn e û wêneyên wî jî ji aliyê hejmarek çalakvanên Kerkûkê ve hate belav kirin.
Basnews
