Serkirdeyên Gorran û PSDKê: Bi tenê xiyanetkar û tirsonek dijayetiya referandûmê dikin
Serkirdeyên jimareyek aliyên siyasî rexne li wan alî û kesên dijayetiya referanduma serbixwebûna Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin bi tenê xiyanetkar û tirsonek dijayetiya referandûmê dikin.
Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorranê Hakim Hemdî Mecîd ji BasNewsê re axivî û ragihand referandûm di dilê her kurdekî daye û ew kar hat kirin ku kurd ji koletiyê were rizgarkirin.
Di berdewamiyê jî de Hakim Hemdî Mecîd amaje bi wê yekê kir ku referandum belgenameyeke bihêz a gelê Kurdistanê ye wiha dewam kir: ‘’Her roj kurd şanaziyê bi wê belgenameyê dikin çûnke di wê rojê de me ji cihanê re got mafê me ye û em daxwaza mafên xwe dikin û îradeya Kurdistanê bi rêjeya %93 ji serxwebûna Kurdistanê re gotin, ‘belê’’’
Ew berpirsê Tevgera Gorran dibêje herçend di proseya referandûma serxwebûnê de hemû hizban beşdarî û piştevaniyê wê proseyê kirin piştî xiyaneta 16ê Cotmehê nêviya xaka Herêma Kurdistanê hat dagirkirin û xiyanetkaran Kurdista firot û piştî wê jî ji bo xiyaneta wan ere ji bîrkirin dijayetiya referandûmê dikin.
Ji aliyê xwe jî ve Cîgirê Berpirsê Melbenda Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (PSDK) li Silêmaniyê Şawal Umer jî ji BasNewsê re axivî û ragihand armanca hizba wan serbixwebûna Kurdistanê ye û di proseya referandûma serbixwebûna Kurdistanê de bi serpertiştiya Serok Barzanî, Sekreterê PSDKê Heme Hecî jî beşdar bûye.
Herwiha Şalaw Umer amaje bi wê yekê jî dike ku ew di her roja referandûmê de bi germî pêşwaziyê li wê rojê dikin û wê rojê weke rojeke dîrokî dizanin. Herwiha Şalaw Umer: ‘’ Em pêşwaziyê li roja referandûmê dikin û em pêdagîr bûn li ser serkefrîbûna referandûmê û piştî xiyanetên mezin û karesatên mezin ê bi ser gelê me de. Me karî wê rojê nasnameya Kurditanî ya herêmên Kurdistanî yên hatine dagirkirin biçespînîn. Ew jî bi referandûmê bû.
Di berdewamiyê jî de Şalaw Umer dibêje hindek kes û aliyen beşdarî di proseya refrandûmê de kirine divê ew li xwe mikûr bên ku peşîman in yan na me gelo ew bi dilê xwe beşdarî referandûmê nebûne?
Basnews
