PKKê li dijî Îsraîlê daxuyanî da
Di daxuyaniya xwe de, Komîteya Rêvebir a PKKê li dijî bi paytext nasandina Orşelîmê weke paytexta Îsraîlê derdikeve û dibêje, pirsgirêka Felestîn û Îsrîalê bi tundiyê nayê çareserkirin.
PKKê dibêje: “Quds (Orşelîm) ku divê paytexta hemû olan û mirovayetiyê be, nayê qebûlkirin ku Îsraîl wê weke paytexta xwe bide naskirin. Ev tê wateya bêhurmetiya li hember hemû olan. Tê dîtin ku kêşeya Filîstîn û Îsraîlê bi tundiyê nayê çareserkirin. Ev kêşe divê bi diyalog û muzakereyan çareser bibe. Komkujiya dawîn vê yekê derdixe holê.”
PKKê piştgirî daye gelê Felestînê
Herwiha PKKê amaje bi wê yekê kiriye, ku PKKê û gelê Felestînê di demên bihorî de piştgirî dane hev û piştgiriya PKKê bo felestîniyan di şerê Lubnanê yê di sala 1982an de weke mînak bi bîr tîne. PKK tekez dike, ku gelê Felestînê ji bilî têkoşîna bo doza xwe piştgirî daye têkoşîna gelê din.
Komîteya Rêveber a PKKê wiha dibêje: “Kêşeya Felestînê sed sal e li benda çareseriyê ye. Gelê Felestînê û hemû dostên wan ên li cîhanê ji bo azadiya axa Felestînê têkoşîneke mezin dane. Gelê Felestînê li gel ku ji bo azadiya xwe têkoşiyaye, piştgirî dane têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li welatên din jî. Gelê Felestînê piştgirî daye têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya PKKê hatiye kirin. Di dema dagirkeriya Lubnanê de ya di sala 1982an de kadroyên PKKê tevî felestiniyan şer kirine. Di vî şerî de 13 kadroyên me şehîd bûne. Hevgirtina gelê Felestînê, gelê Ereb û gelê Kurd weke duh îro jî didome.”
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, PKKê diyar kiriye, ku çarenûsa gelên Kurd û Felestînê dişibihe hev û siyasetên Tirkiyê yên li hember gelê Kurd û yên Îsraîlê li hember felestîniya bi “siyasetên mêtinger û qirker” ên wan dewletan bi nav dike û dibêje, ku her du alî jî mafên bingehîn ên gelên Kurd û Felestînê binpê dikin.
Komîteya Rêveber a PKKê amaje bi hevkariya navbera Tirkiyê û dewletên Îsraîl û Amerîkayê dike û ragihandiye, ku di şerê li dijî gelê Kurd de, Tikiye herî zêde piştevaniyê ji Îsrîalê û Amerîkayê digire û çêkirina firokeyên bêfirokevan bi teknîka îsraîlî û firotina firokeyên F-35 bi Tirkiyê ji aliyê Amerîkayê ve weke mînak tîne.
PKK û Felestînî dê tevahiya Rojhilata Navîn rizgar bikin!
Di beşeke din a vê daxuyaniyê de, PKKê bûyer û aloziyên li kerta Xezeyê weke komkujiya li hember gelê Felestînê bi nav dike û dibêje: “Em komkujiya ku li Xezzayê hatiye kirin careke din şermezar dikin û careke din soz didin ku têkoşînên azadiyê yên gelê Felestînê û gelê Kurd dê li dijî her şêwe êrîşan bi ser bikevin.”
Komîteya Rêveber a PKKê, herwiha amaje bi dostaniya navbera gelên Felestînê û Ereb û gelê Kurd û PKKê dike û destnîşan dike, dê gelên Kurd û Felestînê bi tifaq û têkoşîna xwe ya hevpar tevahiya Rojhilata Navîn rizgar bikin.
Daxuyanî wiha dibêje: “Li Rojhilata Navîn dostê ji dil ê gelên Fîlîstînê û Ereb, gelê Kurd û tevgera azadiyê ya bi pêşengiya PKKê ye. Têkoşîna hevpar û tifaqa gelên Kurd û Ereb wê di azadkirina tevahiya Rojhilata Navîn de bi roleke dîrok rabe. PKK dê piştgiriya gelê Fîlîstînê û şehîdên sala 1982an ên di şerê dijî Îsraîlê de hatine dayin, ti carî ji bîr neke. Dostanî û piştgiriya bi gelê Felestînê re dê ji niha û pê ve jî bidomîne.”
Rudaw
