Neteweyên Yekbûyî: Grûpên çekdar li Efrînê û Serê Kaniyê binpêkariyan dikin
Komîteye Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi lêkolînên li ser rewşa Sûrî di rapora xwe ya nû de behsa wê yekê dike ku grûpên çekdar yên nêzîkî Tirkiyê, li navçeyên Efrîn û Serêkaniyê yên rojavayê Kurdistanê, di revandin, îşkencekirin û destdirêjiya li ser welatiyên kurd de berdewam in.
Komîteye Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi lêkolînên li ser rewşa Sûriyê, di 24emîn rapora xwe de behsa kiryarên gurûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê, li Efrînê û Serêkaniyê û hinek mijarên din di debarê herêmê de dike.
Seroka Komîteya Neteweyên Yekbûyî Bo Lêkolînên Rewşa Sûriyê Karîn Abû Zeyd dibêje: “Artêşa Sûriya Azad,li vê navçeyê, bi awayekî ne yasayî xelkên sivîl ji azadiyê bê beş dike, bi taybetî kesên Kurd. Hejmareke rewşên dokumentkirî yên îşkencekirina xelkê hatine tomar kirin di nav wan de jî bikaranîna tundûtijiya seksî di dema desteserkirinê de."
Efrîn ji destpêka sala 2018an û Serêkanî û Girê Spî jî di Mijdara 2019an de ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên nêzîkî opozîsyona Sûrîyê ve êrîş li ser wan hatine kirin û hatine kontrol kirin.
Şemiya borî jî komîsyarê Bilnd ê Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Tirkiyê kir ku lêkolîneke bi lez li ser zêdebûna tawanên kuştin, revandin û destbisergirtina serwet û samanan li navçeyên li jêr destê xwe wate li Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî bike.
Ew rapor derbarê miamelekirina ligel girtiyan rexneyê li hemû hêzên di nav Sûriyê de dike.
Karîn Abû Zeyd herwiha dibêje: “"Birêzan, di navenda petayê de, hikûmeta Sûriyê, Desteya Tehrîr Şam, Artêşa Sûriyê ya Azad û HSDê berdewam bûn di hiştina hejmareke mezin ji kesên girtî di rewşeke gelekî nexweş de ku eger heye tendirustiya wan kesên girtî lawaz e û ji coronayê bi zindî rizgar nebin. Di deh salên derbasbûyî de gelek operasyonên desteserkirinê hatine kirin, ji destserkirinên bi kom yên xwepêşanderan ji rojên destpêkê ve bigre heta dighe zîndankirina bi kom ya zilam, jin û zarokan ya îro, ev yek berdewam bûye. Malbatên Sûrî yên ku kesên xwe ji dest dane, mafê wan heye rastiyan nas bikin derbarê cih û çarenivîsa kasûkarên xwe. "
Rapora Komîteya Neteweyên Yekbûyî behsa wê jî dike ku ewlehiya hejmareke navçeyên di jêr kontrola HSDê de ji ber gefên DAIŞê û Tirkiyê û xwepêşandanan xirab bûye. Balê dikêşe ser kampên di jêr destihilata HSDê jî.
Karîn Abû Zeyd got jî: “Tiştekî balkêş e ku çend salan piştî şikandina DAIŞê li ser zeviyê, bi hezaran jin û zarok bi awayekî neyasayî di wan kampan de hatine zîndanîkirin ku dikevin Bakurê Rojhilatê Sûriyê li wan navçeyên ku bi serkirdayetiya HSDê ve ku hevpeymaniyeke Kurdî ye, hatiye kontrolkirin. Li Kampa Holê û yên din ku dikevin nêzîkî sînorê Iraqê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, nêzîkî 40 hezar zarok hatine nîştecîkirin; nêzîkî nîva wan Iraqî ne. 7 hezar û 600 ji wan xelkê welatên din in..”
Li gor wê raporê, ji naverasta sala 2019an ve 5 hezar zarok û xortên Sûrî û nêzîkî bi hezarên zarokên din yên biyanî ji kampan hatine "azad kirin", lê hejmareke zêde ya wan zarokên biyanî ku temenê wan di jêr 12 salan in, heta niha di wan kampan de mane, ji ber ku welatên wan ne amade ne ku wan werbigirin.
Rudaw
