• Thursday, 26 February 2026
logo

Demîrtaş: Yên ku dibêjin 'Pirsa Kurd çareser bûye' derewan dikin

Gulan Media September 26, 2021 Nûçe
Demîrtaş: Yên ku dibêjin 'Pirsa Kurd çareser bûye' derewan dikin

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş ragihand ku asîmîlasyona li dijî Kurdan neqediya ye û pirsa Kurd jî çareser nebûye û got: “Zarokên Kurd xwendin û nivîsandina xwe bi zimanê dayikê xwe bikin zerara wan digihêje kê?”

Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku ji 2016an vir ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê pirsa Kurd de daxuyanî da û herwiha ji bo xwendinê hinek pirtûk pêşniyar kirin.

Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku hejmara zarokên kurd ên ku dikarin romanên kurdî yên zarokan bixwînin gelek kêm e û got ku asîmîlasyona li dijî Kurdan berdewam e.

Demîrtaş diyar kir ku axavtinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yên derbarê pirsa Kurd gotibû, “Li Tirkiyê pirsa Kurd nîne, me ji mêj ve ev pirs çareser kir û qedand” dûrî rastiyê ne û got ku pirsa Kurd nehate çarserkirin.

Di twîtta xwe de Demîrtaş nivîsandiye: “Binêrin, hejmara zarokên Kurd ên ku dikarin van romanên zarokan ên kurdî yên min ji bo xwendinê pêşnirar kirine, fam bikin, geleke kêm in. Yên ku dibêjin ‘asîmîlasyon qediya’ û yên ku dibêjin ‘pirsa Kurd çareser bûye’derewan dikin. Ji kerema xwe hinekî xwe bixin li şûna me û bifikirin ku li zarokên we, zimanê zikmakî dane jibîrkirin.

Mixabin, îro bi mîlyonan zarokên Kurd nikarin bi zimanê zikmakî bixwînin û binivîsin. Erê, divê em bi hev re bijîn. Erê, divê em wekhev bin. Belê, Tirkiye û Komar êm me hemûyan e. Nexwe wisa ye, zarokên Kurda bi zimanê xwe binivîsin û bixwînin wê zerarê bidin kê?

Wekî din, ji bo xwendin, nivîsandin û axaftina kurdî ne şert e ku mirov Kurd be. Mîna ku hûn ne hewce ye kesek ne Îngilîz xwe fêrî zimanê Îngilîzî bike.”

 

Rudaw

Top