Serok Barzanî: Referandum serkeftineke mezin û dîrokî bû
Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Îlona 2021ê di salvegera encamdana referanduma serxwebûnê de peyamek belav kir û ragihand: “Referandum serkeftineke mezin û dîrokî bû.”
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi boneya salvegera referanduma serxwebûnê peyamek belav kir û ragihand: “Di referandumê de %93ê dengên belê yên gelê Kurdistanê serkeftineke mezin û dîrokî bû. Di salvegera vê serkeftinê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê û destxweşî li wan qehremanan dikim ku xwe neçemandin, ez çavên wan maç dikim.
K24
