HDP ji bo azad kirina Demîrtaş serî li dadgeha Enqerê dide!
Di derbarê mijarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, ku Namzetê wan ê Serokkomariya Tirkiyê Selahatîn Demîrtaş dê îro demjimêr di 10:00ê de serî li Dadgeha Enqerê bide û daxwaza azadiya xwe bike.
Ser navê Demîrtaş dê Parlementerên HDPê Ayşe Acar Başaran û Bedîa Ozgokce serîlêdan bikin û li ber deriyê Dadgeha Enqereyê jî daxuyaniyê bidin rojnamevanan.
Basnews
