Serbazgeha Tirkiyê ya li Başîkê hat topbarankirin
Serbazgeha Tirkiyê ya li Başîkê hat topbarankirin. Li gor zanyaroyan pênc gulleyên topê li nêzikî wê serbazgehê ketin xwarê.
Rêveberê nahiya Zêlkan Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand, “Pênc gulleyên tope li nêzikî serbazgeha Tirkiyê ya li bajarokê me ketin xwarê.”
Rêveberê nahiya Zêlkan Mihemed Emîn diyar kir, “Sê gulleyên tope teqiyan û du jî neteqiyan” û li ser encamên topbaranê jî tekez kir, “Topbaranê ti ziyanek nebûye.”
Di dewama gotinên xwe de Mihemed Emîn got, “Heta niha nayê zanîn ka ew gulleyên tope ji aliyê kê ve ji kîjan alî hatine arastekirin.”
Ev cara sêyem e ku îsal êrişî ser serbazgeha Tirkiyê tê kirin ku ji 2016an ve li wê herêmê hatiye danîn. Sê meh berî niha jî çend gulleyên tope li nav gundekî Erebnişîn ê li wê herêmê ketin xwarê û di encamê de 4 endamên yek malbatê jiyana xwe ji dest dan.
Li serbazgeha Tirkiyê ya li Zêlkan, nêzikî 300 serbaz û birek çek û teqemenî lê hatine bicihkirin.
Berpirsê Mîhwera Rojhilatê Dîcle ya Pêşmerge Serbest Babîrî ji Rûdawê re ragihand, “4 gulleyên topê ji Badûş û Şelalet ve arasteyî serbazgeha Tirkiyê hatin kirin. Yek ji wan gulleyên tope jî, li nêzikî gundên Necmûk û Tilmûs ketin xwarê.”
Serbest Babîrî amaje bi wê jî kir, ew gulleyên top, “li gor zanyariyên hûr ji aliyê grûpên ser bi Heşda Şeibî ve hatin arastekirin.”
Rudaw
