• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kurdên êzîdî: Me erka xwe li hember PDKê bicîh anî niha jî dora PDKê ye

Kurdên êzîdî: Me erka xwe li hember PDKê bicîh anî niha jî dora PDKê ye
Kurdên êzîdî dibêjin, me dengên xwe da PDKê vêca dora PDKê me erkên xwe li hember me bicîh bîne.

Li gorî encamên ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê ve hatine ragihandin, PDK li deşta Neynewa û deverên ku piraniya xelkê wan êzîdî ne, di rêza duyem de ye.

Yek ji mezinê şîeyan bi navê Seîd Qasim Hesûn li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, piraniya êzîdiyan dengên xwe dan partiyên Kurdistanî bi taybet namzedên PDKê. Ev jî nîşan dide ku êzîdî li hember welatê xwe xaka xwe û ziman û dîroka xwe bi wefa ne.

Seîd Qasim Hesûn her wiha got, êzîdiyan erka xwe bicîh anîn êdî dora hêzên Kurdistanî bi taybet PDKê ye ku erkên xwe li hember êzîdiyan bicîh bîne û girîngiyek zêdetir bide wan.

Parlamenterê êzîdî Şêx Şamo jî ji BasNewsê re got, beşek mezin ji serkeftina PDKê li deşta Mûsilê, ji ber kurdên êzîdî ye. Ew hemî gavan bi PDKê re ne û baweriya wan bi PDKê tê.

Şêx Şamo her wiha got, di referandoma serxwebûna Kurdistanê de %95 êzîdiyan dengê “erê” dan, di hilbijartinên vê carê de jî bi qasî heman rêjeyê dengên xwe dan PDKê.

Basnews
Top