Serokkomarê Îranê gihîşt parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê
Serokkomarê Îranê, Îbrahîm Reîsî îro di berdewamiya serdanên xwe de bo parêzgehan, gihîşt parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê.
Îbrahîm Reîsî li Firokexaneya Îlamê ji aliyê Nûnerê Rêberê Îranê li wê parêzgehê Nûr Kerîmîtebar, Parêzgarê Îlamê Mihemed Nozerî, parlamenterên Îlamê yên di parlamentoya Îranê de û hejmarek ji rayedarên din ên wê parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.
Li gor medyaya fermî ya Îranê, Îbrahîm Reîsî di serdana yek rojî ya xwe de bo Îlamê, dê serdana çend projeyên aborî û çandiniyê yên wê parêzgehê bike û herwiha dê li gel berpirsên wê parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê bicive.
Ji dema destbikarbûna di posta serokkomariya Îranê de, ev yekemîn serdana Reîsî ye bo parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê.
Îbrahîm Reîsî cara dawî di Gulana 2017an de û ji bo bangeşeyên hilbijartinên serokkomariyê yên wê demê, serdana Îlamê kiribû, ku di hilbijartinên hingê de nekarî li hember Hesen Ruhanî dengên pêwîst bi dest bixe û Ruhanî bûbû serokkomar.
Di çend salên bihorî de jî Îbrahîm Reîsî ku Serokê Dethilata Dadê ya Îranê, serdana gelek parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kiribû, lê belê serdana Îlamê nekiribû.
Îlam parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê ye ku rûberê wê 20,164 kîlometerên çargoşe ye û bi Iraqê re 425 kîlometerên hevbeş heye, hejmara niştecihên wê jî zêdetirî 580,000 kesî ye.
Îlam bi 17 milyar bermîlên petrolê xwediyê %11ê yedeka petrola Îranê û bi 14 triliyon metrekûp gaza xwezayî xwediyê %6 yedeka gaza Îranê ye, lê belê tevî vê yekê jî yek ji hejartirîn parêzgehên wî welatî ye û tenê %1 ji berhma netewî ya Îranê (GDP) pêk tîne.
K24
