Li Efrînê çekdar bi zorê girêbestan bi Kurdan didin îmzekirin
Li bajarokê Bilbilê yê herêma Efrînê, fermandarê grûpeke çekdar a girêdayî Tirkiyê dest daniye ser 60 malên welatiyên Kurd.
Çavkaniyeke taybet ji navçeyê ji Rûdawê re da zanîn ku Urabe Idrîs dest daniye ser 60 malên gundiyan ku ji neçarî ji sê salan ve li Efrînê niştecî bûne.
Urabe Idrîs Fermandarê grûpa Ecnad Hims e, ji gundê Mûbarekiyê ser bi Himsê ye, grûpa Ecnad Hims beşek ji grûpa Siltan Mûrad e. Urabe Idrîs, pismamê Selîm Idrîs, Wezîrê Berevaniyê yê destjikarkişandî yê hikûmeta demkî ye.
Çavkaniyeke taybet ji nav bajarokê Bilbilê ji Rûdawê re da zanîn ku grûpên çekdar girêbestên bikirêdanê di navbera xwediyên malan û Erebên hawirde de dan îmzakirin, da ku rewatiyê bidin desteserkirina wan malan.
Derbarê van girêbestan de, Parêzer Xakî Xûbarî ku xelkê Efrînê ye, ji Rûdawê re ragihand, “Kurdan tînin bi zorê girêbestan pê didin îmzekirin da ku bêjin Kurdan malên xwe ji me re hiştine û (çekdar) malan jî ji xwe re dihêlin.”
Bajarokê Bilbilê ku li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye, piştî bêhtirî mehekê ji şer û topbaranê ketibû destê Artêşa Tirkiyê ku di dîmenan de di nav dukana welatiyekî de derdikevin û herwiha grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku ji 1000 malî dest danîbûn ser 950 malên gundiyan, ku heta niha tenê 70 mal ji bo xwediyên wan hatine vegerandin.
Rudaw
