• Thursday, 26 February 2026
logo

DAIŞ berpirsyariya êrîşa li Kelarê girte ser xwe

Gulan Media September 23, 2021 Nûçe
DAIŞ berpirsyariya êrîşa li Kelarê girte ser xwe

Rêxistina DAIŞê bi daxuyaniyekê berpirsyariya kiryara terorîstî ya li ser rêya Kelar – Kifrî ya li başûrê Silêmaniyê girte ser xwe, ku di wê êrîşê de 2 welatî şehîd bûbûn.

DAIŞê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrîşa terorîstî ku şeva 21ê vê mehê encam dabûn û çekdarên DAIŞê li ser rêya serek ya Kelar – Kifrî êrîşî hejmarek welatiyan kiribûn, girte ser xwe.

Di encama wê êrîşa terorîstiyê de 2 welatiyên bi navên Cêgir Xelîfe û Yûsif Îhsan şehîd bûn û hejmarek welatî jî birîndar bûn.

Çekdarên DAIŞê bi danîna rêbendekê, welatiyên li ser rê dabûn sekinandin û ji wan nasnameyên wan xwestibûn.

Bajarê Kelarê ser bi îdareya Germiyanê ya Herêma Kurdistanê ve ye û li ber çemê Sîrwanê ye. Zêdetir ji 250 hezar kes lê dijîn.

 

K24

Top