• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Ormiyê du girtiyên kurd hatin îdamkirin

Li Ormiyê du girtiyên kurd hatin îdamkirin
Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê du girtiyên kurd hatin îdamkirin.

Li gorî agahiyên malpera Hengaw, îro danê sibê li girtîgeha Ormiyê du girtiyên kurd bi navên Xelîl Agûş û Suhêl Mîrbexş hatin îdamkirin.

Hat gotin ku ew du xortên kurd bi tohmeta kuştina bi enqest hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.

Xelîl Agûş xelkê bajarê Makû bûye û sala 2012 hatibû girtin, Suhêl Mîrbexş jî xelkê Ormiyê û sala 2014 hatibû girtin.


basnews
Top