• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pirsgirêk, ne çepgirî û rastgirî ye, tenê Kurdbûn e

Pirsgirêk, ne çepgirî û rastgirî ye, tenê Kurdbûn e
mir mihemed firat dibêje li tirkiye tenê Kurd bûn kêşeye
Wekîlê HDPê Dengir Mir Mehmet Firat ji çapemeniya Kurdî re axivî û nêrînên xwe yên di derbarê 24ê Hezîranê û rojeva Kurd de parve kirin.

Dengir Mir Mehmet Firat li ser pirsekê; nêrîna Tirkiyê ya ji bo Kurdan wiha got: Derdê îqtîdara Tirkiyê, ne Kurd in. Kurd çi dikin çi dixwazin an jî çi difikirin ji wan re ne xem e. Mesela berê, ji PKKê re digotin bêol û bêîman in, goştê berêz dixwun. Lêbelê piştî referandûma Kurdistanê, îfadeyên ku ji bo Birêz Mesûd Barzanî hatine bikaranîn, rastiyê derdixe holê. Pirsgirêka Tirkiyê ya bi Kurdan re, ne çepgirî û rastgirî ye. Tenê Kurdbûn e. Ji bo wan tenê Kurd pirsgirêk in.

Li ser hilbijartinê jî Dengir Mir Mehmet Firat got ku hesabê wan hemî li ser vê yekê ye: HDP bendê derbas nake û hemî wekîlên Kurdistanê wê ji AKPê re herin. Xwedê êqil û wijdanê bide wan

Top