Tirkiye ji ber turkmenan ji encamên hilbijartinên Iraqê yên li Kerkûkê nîgeran e!
Duh li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê piroseya dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê hat lidarxistin.
Encamên destpêkê yên hilbijartinan eşkere bûne. Li gorî wan encaman, li hinek deveran bi taybet li devera Silêmaniyê û Kerkûkê sextekariyên mezin hatine kirin.
Tê gotin ku li Kerkûkê jî hêzên alîgirên komara îslamî ya Îranê gelek deng bi dest anîne û dengên turkmenan gelekî kêm bûne. Ev jî bûye sebeba nîgeraniya Tirkiyê.
Li gorî agahiyan, bihêzbûna Heşda Şeibî û lawazbûna turkmenan li Kerkûkê, Tirkiye nîgeran û tengav kiriye, çimkî Tirkiye ditirse Kerkûk bi temamî bikeve bin hejmoniya Îranê û turkmen bên piştguhxistin û mafên wan jî bên xwarin.
Basnews
