• Wednesday, 18 February 2026
logo

"Nesir ya Ebadî yekem e"

Peyvdarê Hevpeymanniya (Nesir) ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike, ragihand ku "Li gorî encamên destpêkî Hevpeymaniya Nesir bi cudahiya 10 kursiyan li pêşya hevpeymaniya Sairûn ya Muqteda Sedir e".

Hisên El-Adilî diyar kir, ku li gorî ew encamên heya niha derketine, lîsta Nesir bi cudahiya 10 kursiyan ketiye pêşya lîsta Sairûn û lîsta Ebadî yekem e".

Hîna Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên dawî ranegihandiye û biryar e sibe zanyarî li ser dengên lîstan bên eşkerekirin.

Li ser astê Herêma Kurdistanê lîsta Partî yekem e û ji bo yekem car jî li ser astê parêzgeha Nînewa wek lîsteke Kurdistanî dibe lîsta yekem.

K24
Top