Artêşa Tirkiyê ji Efrîniyan dixwaze nasnameya Tirkiyê hilbigirin
Herwiha li gorî zanyariyên opozisyonê, artêşa Tirkiyê li ser xalên pişkinînê, ji xelkê Xûtayê xwestiye berî ku li Efrînê bên akincîkirin kertên nasînê yên Tirkî hilgirin.
Jêderên opozisyona Sûrî diyar kirine, ku artêşa Tirkiyê ew biryara xwe li ser Kurd û Erebên din jî yên li Efrînê dimînin sepandiye.
Artêşa Tirkiyê û ketîbeyên opozisyona Sûrî, di 18 Adarê de, Efrînê û gundewarên wê bitemamî dagîr kirin û li gorî amarên nefermî, heya niha 200 hezar kes ji xelkê Efrînê meşext bûne.
K24
