Parlamenterê CHPê: Li Tirkiyê bajarê herî mezin ê Kurdan Stenbol e
Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Gursel Tekîn serdana Amedê kir û got “Divê ev pirsgirêk Kurd bibe pirsgirêka Tirk. Li Tirkiyê Bajarê herî mezin ê Kurdan Stenbol e.”
Parlameterê Stenbolê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) serdana Amedê kir û li avahiya CHPê daxuyanyeke çapenêyê li dar xist.
Gursel Tekîn di derbarê gotinên Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu yên çareserkirina pirsgirêka Kurd de got “Dema ku pêvajoya çareseriyê destpê kir, îtîraza serokê me ew bû ku ew pirsgirêk tenê bi kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin û parlamentoyê re bê çareserkirin. Çi pirsgirk hebe, çareseriya wê pirsgirêkê parlamentoya Tirkiyê ye. Di vî warî der CHP ji her erkê re amade ye.”
Tekîn li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak ya di derbarê rêbaz û pratîka çareseriya pirsgirêka Kurd de amaje bi wê yekê kir ku di salên herî bi xwîn yên Tirkiyê de kurê Îsmet Înonu, Erdal Înonu di wê demê de raporteke berfireh amade kiriye lê partiyên siyasi yên wê demê pêvajoyê pir zêde enfekte kirin û Suleyman Demîrel jî ji ber wê yekê xwe rexne kiriye û got `me Înonu fem nekir.
Tekîn axaftina xwe wiha berdewam kir “Di dema CHPê de bi talîmata serokê me raporteke berfireh hat amadekirin. Di derbarê pisrgirêka Kurd de, dibe ku amadekariyên gelek partiyên siyasî hebin. Herî kêm em vê pirsgirêkê biaxivin. Bila partiyên siyasî ramanên xwe bibêjin. Bila daxwazên hemwelatiyên hebin. Divê ev pirsgirêk Kurd bibe pirsgirêka Tirk. Ev tenê ne pirsgirêka Kurd e, ev prisgirêka hevpar a 85 milyon welatiyên me ye. Ez di wê baweriyê de me ku çarêserkirina vê bi siyaseyê dibe. Tenê bila siyaset bi biryar be.”
Di derbarê xwerexnekirna CHPê de jî Gursel Tekîn got “Xwezî di salên 90î de dûrxistinên ji parlamentoyê nehatina kirin.”
Parlamenterê CHPê Tekîn di derbarê zikmakî de jî wiha got “Zmanê dayîkê wek şîrê dayîkê helal e, nîqaşa wê jî nayê kirin.”
Herwiha Gursel tekîn tekez kir ku navçeya Esenyûrt a Setnbolê ji Amedê mezintir e û got “Stenbol bajarê herî mezîn ê Kurdan Stenbol e.”
Rudaw
