Parlamentera berê ya HDPê hat berdan
Parlamentera berê ya HDPê ya Sêrtê Hatice Kocaman ku ev nêzîkî 9 mehan e hatibû girtin, îro hat berdan.
Parlamentera berê ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya Sêrtê Hatice Kocaman 20ê Çileya 2021ê bi îdiaya “endamtiya rêxstinê” hatibû desteserkirin. Îro 20ê Îlona 2021ê runiştina doza wê li Dadgeha 9emîn a Cezayên Giran a Amedê birêveçû.
Hatice Kocaman ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê bi rêya sîstema deng û reng (SEGBİS) beşdarî dozê bû.
Kocaman di dozê de amaje bi wê da ku çalakiyên wê encam dane, di çarçoveya karûxebatên wê yên siyasî de bûne û ji ber vê yekê ji dadgehê xwest ku demê wê girtîgehê jî li ber çavan bê girtin û bê berdan.
Dadgehê dema Kocaman ya di girtîgehê de li ber çavan girt û biryara azadkirina wê da.
Rudaw
