Serokê herêmê pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayan kir
piştîvaniya xwe bo çalakiyên Yekîtiya han diyar kiriye.
Di bîranîna 51 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê da, bi germî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayan û Endaman û tevahiya mamostayên ola Îslamî ya li Kurdistanê dikim, hêviya temendirêjî û serkeftina wan dixwazim.
Rol û bandora Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û kar û xebata zêdetirê nîv sedsalane li xizmeta ol û xelkê Kurdistanê û pêşxistina bi giyanê niştimanperwerî û rûbirûbûna sîtem û berevanîkirina li mafên mamostayên olî, bilind û bi rêz ve dinirxînîn, hemû piştgîriyek li mafên wan û baştirkirina jiyan û guzeraniya wan dikîn.
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û mamostayên olî û pêgeha wan ya li civakê da, roleke çalak li parastin û belavkirina giyanê tebayî û lêborînî û hevdû qebûlkirin û nermî û redkirina tundî û rûbirûbûna tundiyê de heye û li vê bîranînê de tekez li ser girîngiya rol û bandora wan ya bihêzkirin û kûrkirina pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê dikin.
Silav û rêz ji bo giyanê pakê wan mamostayên birêzan re dişînîn ku li karwana xebata Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê da canê xwe bi niştiman gorîkirin, serxweşiyê li malbat û kesukarên birêz ya mamostayên koçkirî bi nexweşiya virusa Korona dikîn û hevxemê wanîn, xwedayê mezin giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike.
ji bo xizmeta niştiman û paşerojeke baştir, perwerdegar pişt û penaya me hemûyan bê.
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
21.09.2021
