• Wednesday, 18 February 2026
logo

Namzedên serokomariyê bi fermî eşkere bûn

Namzedên serokomariyê bi fermî eşkere bûn
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê navê namzedên serokomariyê eşkere kir û rojnameya fermî jî biryara dawîn belav kir.



Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê duh bi şev encamên dawîn ên derbarê destnîşankirina namzedên serokomariyê ragihand.



Li gorî vê yekê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş, ji Ak Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) Muharrem Înce, ji Îyî Partiyê Meral Akşener, ji Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û ji Partiya Karkerên Tirkiyê Dogu Perîncek bûne namzedên serokomariyê.



Biryara dawîn a komîsyonê îro di rojnameya fermî de hate ragihandin. Di biryarnameyê de dîroka ji dayikbûn û herwiha zanyariyên derbarê namzedan û dibistanên ku xwendine jî cîh girt.



Biryare roja 24ê Hezîrana 2018ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokomarî û yên parlamentoyê werin kirin.

Rudaw
Top