• Wednesday, 18 February 2026
logo

DIŞIê li Xaneqînê êrîşî ser dengderan kir

DIŞIê li Xaneqînê êrîşî ser dengderan kir
êrîş li çar gundên derdorê Xaneqînê pêk hatiye
Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina çekdarên DIŞIê li Iraqê welatiyên ku dengê xwe didan hedef girtin.

Li gor çavkaniyên herêmî ku dispêrên hêzên ewlehî yên Xaneqînê, çekdarên rêxistina terorîst a DIŞIê li gundê Cebare, Aştukanî, Îslah û Şêx Baveya girêdayî bajarokê Karatepeya Diyalayê bi çekên lûledirêj êrişî dengdêran kir.

Li gor agahiyan di êrişa çekdarî ya milîtanan de 3 hemwelatiyên ku ji bo dengdanê çibûn ser sindoqan birîndar bûne. Herêma ku bûyer lê qewimî di navbera Xaneqîn û Diyala de ye û xelkê gund ji ereb 3u tirkmenan pêk tê.

Rêxistina terorîst a DIŞIê di meha nîsanê de vîdyoyekî dengî belav kiribû û ragihandibû wê navendên dengdan ê 12ê Gulanê û kesên ku deng bikar bînin bikin hedef.

Top