Li Mûsilê Heşdî Şeibî rêgiriyê li dengdêrên kurd dike!
Peyamnêrê BasNewsê ji çavkaniyeke baskê 14ê yê PDKê ragehand, hejmarek namzedên ereb û çekdarên Heşdî Şeibî pirsgirêkên pir mezin bo kurdên li deşta Mûsilê ava kirine.
Herwaha got: ‘’Milîsên Heşdî Şeibî di navbera bendava Mûsilê û Wankê bi rêya danîna mayînan ve rêgiriyê li beşdariya kurdan a proseya dengdanê digrin.’’
Heman çavkaniyê got, ew cîhê Heşdî Şeibî çar mayîn lê danîbûn rêya hatûçûna hemwelatiyên kurd a çûna binkeyên dengdanê ye.
Basnews
