Hak-Par û PDK-Bakur li ser 2 xalan li hev kirin
Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Hak-Par û Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) ve hatiye belavkirin, rêveberên van herdû partiyan roja 6ê Gulanê. Li Amedê kom bûne û behsa rewşa dawî ya siyasî û hilbijartinên pêşwext kirine.
Li gor daxuyaniyê Hak-Parê û PDK-Bakur li ser 2 xalan lihev kirine ku yek jê dibêje, dê Hak-Par bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibe, lê PDK-Bakur hilbijartinên serokomariyê û yên giştî protesto dike, tenê dikare di hilbijartinên herêmî de ew jî bi tenê li bajarên Kurdistanê beşdar bibe.
Herwiha hat gotin ku herdû partî dikarin bi vî awahî di hilbijartinên herêmî de ku dê Adara sala 2019an birêve biçin, hevkarî û piştgiriya hev bikin.
Bi heman rengî hatiye gotin ku herdû partî, hewldanên yekîtî, piştgirî û hevgirtina grûp û partiyên Kurdî bilind dinirxînin û berdewamkirina vê xebatê weke erkê xwe dibînin.
Rudaw
