• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nûnerê NY dilgiraniya xwe li ser kiryarên Heşda Şeibî da xuyakirin

Nûnerê NY dilgiraniya xwe li ser kiryarên Heşda Şeibî da xuyakirin
Nûnerê taybet yê sikiretêrê giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo Iraqê Yan Kobish li gel berpirsên parêzgeha Selahedîn civiya û li gel wan gotûbêj derbarê rewşa berî hilbijartinan û amadekariyên wê piroseyê kir.

Yan Kobish di wê civînê de, dilgiraniya xwe derbarê haletên tirsandina dengderan ji aliyê çend girûpên ser bi Heşda Şeibî ve li parêzgeha Selahedîn da xuyakirin.

Herwiha gotûbêj derbarê rêçareyên vegerandina meşextan û lihevhatina di navbera civak û hozan de, li Xurmatû û çend navçeyên din yên wê parêzgehê kirin.

k24
Top