Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet: Îro rê nedane Hêzên Asayîşê dengê xwe bidin
Îro proseya dengdana taybet bi dawî hat li Kerkûkê rêjeya beşdarbûnê %66 bû, 36 hezar û 544 kes mafê dengdanê hebûn, lê 22 hezaran û 548 dengê xwe dan.
Derbarê vê rêjeya kêm parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî dilgraniya xwe nîşanda û got ku, îro rê nedane hejmareke mezin ji hêzên asayîşê dengê xwe bidin.
Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî amaje bi wê yekê kir ku, gelek gilî hatin tomarkirin û pirsgirêka teknîkî û eliktironî jî hebûn.
Basnews
