• Wednesday, 18 February 2026
logo

YNK: Em ji bo hilbijartinên 30ê Îlonê amade ne

YNK: Em ji bo hilbijartinên 30ê Îlonê amade ne
Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre destnîşan kir ku diyarkirina roja hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li gor yasayên Herêma Kurdistanê di destê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ye û got: “Ji bo YNKê ev dîrok ne pirsgirêk e.”



Piştî civîna Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) berdevkê partiyê Seidî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de nîgeraniya xwe li ser wan pirsgirêkên teknîkî ragihand, ku îro di proseya dengdana taybet a Herêma Kurdistanê û Iraqê de derketine holê û got: “Em ji ber şaşiyên teknîkî yên ku di vê proseyê de qewimîn, nîgeran in. Îro li çend binkeyên dengdanê em hatin agahdarkirin ku amûrên dengdanê weke pêwîst naxebitin. Lê belê pêwîst nake em xwe pê aciz bikin, çimku ev pirsgirêkeke teknîkî ye, neku siyasî.”



Li ser diyarkirina roja hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, Seidî Ehmed Pîre eşkere kir: “Li gor yasayên Herêma Kurdistanê, desthilata Nêçîrvan Barzanî heye derbarê hilbijartinan de biryarek derxe, ji bo vê yekê jî berî niha li gel aliyên siyasî gotûbêj kiriye, dîsa li ser vê biryarê jî bêguman dê li gel aliyên siyasî gotûbêj bikin, divê ewilî komîsyon bersiv bide, gelo komîsyon amade ye ku di wê dîrokê de hilbijartin were kirin. Ji bo YNK jî ev dîrok ne pirsgirêk e, YNK amade ye.”



Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 30-09-2018ê weke roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar kir.

Rudaw
Top